Milli piyango cikan numaralar

  1. Online Casinolar Ne Kadar Kazanıyor: Canlı rulet depozito yok garanti kazanç
  2. Kumar Spins Bonusu Veren Siteler - En iyi kumar makinesi oyunu online
  3. Canlı Rulet Depozito Yok Sayı Hilesi: Kumarhane zar oyunu online 2025

Bedava yasal kumarhane slot makina oyunları

Slot Mantığı
Canlı kumarhane depozito ve popüler slot makinasi yok
Spins Güvenli Web Casino
Texas poker holdem oyna
Açık poker oyna

Online loto nasıl oynanır

Bet Siteleri Güvenli Web Casino
Popüler slot makinaları hilesi
Blackjack Tavsiyeleri Türkiye
Online spins nasıl kazanılır
Kumarhane Ve çevrimiçi Spinslar Nasıl çalışır

Komalen Jinen Ciwan

Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratik ku Rêber APO da destpêkirin saleke xwe tijî kir. Bêguman gel û ciwanên me girîngiya pêvajoyê dizanin û dişopînin. Pîştî deh salên ku hem êrîşên dewleta Tirk hem jî berxwedana gel û gerîla gihaştibu astekî jor, Rêber Apo ji bo sekinandina vî şerê bi însîyatîfa xwe ev pêvajo da destpêkirin. Niha jî bê rawestan ji bo serkeftina wê kar dide meşandin. Rêber Apo weke encama lêhûrbûna 27 salan Manifestoya Civaka Komînal û Demokratîk amade kir. Ji bo em karibin guhertinên pêwîst fêm bikin, mêzekirinên xwe yên dîrokê ji nûve dest bigrin û bi çavekî nû li pêvajoya guhertin-veguhertinê binêrin, di manîfestoyê de tekîliya dîrokê bi roja me ya îro re û tekîliya mirov bi gerdûnê re berfireh nirxand. Jiberkirinên me yên di derbarê dîrokê de hilweşand. Ev manifesto hîşt ku em bi çavekê nû li heqîqeta dîrokî meyze bikin.
Di heman demê de Rêber APO, sosyolojiya civakî û dîrokî di eksena jin de dest girtiye. Di şexsê jinê de civak nirxandiye û sosyolojiya wê ya dîrokî bi berfirehî vekiriye. Li ser bandora sosyalîzma pêkhatî li ser tevgera me ku dibû sedema dubarebûn û xitimandinan sekînî ye. Rêbertî ji bo bihûrandina vê, rêya guhertin-veguhertinê û li şûna sosyalîzma pêkhatî avakirina sosyalîzma demokratik danîye pêşiya me. Lewma ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn, bi paradigmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jin re avakirina zihniyet û pergala netewa demokratik, rêyeke jêveneger e. Bi taybet pêşxistina entegrasyona demokratik wê di çareserkirina pirsgirêka Kurd de rolekî sereke bileyze. Rast xwendin û fêmkirina manîfestoyê ji bo me ciwan û jinên ciwan giring e.
Di Newroza îsal de ev manifesto bi navê Manîfestoya Civaka Komînal û Demokratîk hatiye weşandin û gihîştiye ber deste me. Bi vê yekê re erkekî girîng dikeve ser milê me. Divê em manîfestoyê baş bixwînin, kûr fêmbikin û rast pêkbînin. Her ciwanek divê xwedî biryardarî be ku bibe komînar û sosyalîst. Pêwîste berpirsyariya xwe ya civakî, bi avakirina kesayet û civakek demokratik re pêkbîne. Ev manifestoya dîrokî erkekî bi vî rengî dide ser milê me jin û ciwanan. Divê her ciwanek, vê berpirsyartiyê bi feraseta komînê, weke zanebûn û hişmendiya hebûna xwe dest bigre. Bêguman bi rihê komînê jiyan kirin tê wateya ku tu civaka xwe û pêşeroja xwe ava dikî. Ev jî girêdanbûna ferd, bi dîrok û çanda xwe ve dide nîşandan. Bi komîn jiyankirin, hêza zanebûn û îradeya azadiyê dixwaze. Ji bo xwe gihandin û berpirsyariyên xwe pêkanînê, xwendina manifesto giring e û ev manifesto wê ji bo rêya rast bibe ronahiyek.
Ji bo rast xwendin û fêmkirina vê manîfestoyê divê em bi rêbazên dewlemend ve bixwînin. Ger rast fêmkirin çênebe emê nikaribin rast pêkbînin jî. Rêbertî di manîfestoyê de hemû tiştî dispêre dîrok û felsefeyê, vê jî bi jiyanê re girê dide. Di zanebûna dîrokî û felsefî de, bingeh girînge. Em dikarin bi rêya xwendina paraznameyên Rêber Apo vê bingehê di xwe de ava bikin. Mijarên di paraznameyan de hatine ziman, bi awayekê temamker di vê manîfestoyê de jî hatine destgirtin. Dîsa rêbazên lêkolînê divê em pêşbixin. Dîroka felsefeyê û kesayetên fîlozofan, dîroka Kurd û Rojhilata Navîn, sîstema kapîtalîzm û diroka pêşketina wê, kuantum û çêbûna însan, moderniteya demokratik û şaxên wê… Divê em yêk bi yêk van mijaran lêkolîn bikin û zanebûna xwe di van mijaran de kûr bikin. Ji ber manîfesto ji 8 beşan pêk tê û di her beşekê de ev mijarana bi berfirehî hatine nirxandin. Ji bo em karibin nirxandinên Rêber Apo baştir fêm bikin, rêbaza lêkolînê wê ji me re bibe alîkar.
Rêber Apo girêdayî mijarên di manifesto de hatine nirxandin, gelek pirtûkan pêşnîyar dike. Ev pirtûk dikarin ji bo me bibin çavkanî ku em di manîfestoyê de kûrbûyînekî bidin ava kirin. Weke mînak; Rêbertî pirtûka Yildiz Cibircıoxlu ku di derbarê dîroka jin de nivîsandiye pêşniyar kir. Dîroka Jin ya bênîvîs, ev pirtûk bal dikşîne ser mijara jin û pirsgirêkên ku jiyan dike, rola jina xwendawend di dîroka mirovahiyê de. Jinên ciwan dikarin vê pirtûka bi navê “Dîroka Jin Ya Bênivîs” bixwînin. Dîsa ji bo dîroka jin, behsa ‘4 qatmanên jin’ kir. Ev, mijareke giringe ku em li ser lêkolînan bikin û nas bikin. Ji bo fêmkirinê gelek çavkanî hene ku dikare sud jê were girtin.
Di manifesto de beşa duyem ku bi navê ‘Xwezaya Civakî û Pirsgirêk’ derbas dibe de Rêber Apo mijara jin bi berfirehî nirxandiye û pirsgirêka jin-zilam weke nakokiya yekem binav kiriye. Di encama nakokiya yekem de di dîrokî de zilam xwe weke gruba nêçîrvan rêxistin dikin. Rêbertî ji wan re pênaseya kujerê kastîk danî. Ev grup ango koma zilaman êrîş bir ser civakîbûna ku derdora jin-dayik de ava dibû. Di encama vê de ev pirsgirêk derketiye holê. Ji wê rojê heta roja me ya îro ev nakokî her mezintir dibe. Aliyekî zilam desthilatdarî û koletiyê ava dike aliyekî din jî rastiya civaka ku tê dagirkirin û kolekirin heye. Ev rewş mirovahiyê tîne merheleyekî wusa ku li dijî hebûna katîlên kastîk parastina nirxên jin a civaka komûnal heta roja me ya îro esasekê bingehîn ya têkoşînê ye.
Gelek mijarên dîrokî hebûn ku me berî jî gelek ji wan şîrove dikir. Lê bi manîfestoya nû re ev guherî. Weke mînak; di mijara serdema neolîtîkê û dîroka çêbûna Xerapreşkê de Rêber Apo jiberkirinên me şikand û hîn jî asoyekî nû bi me dide qezenç kirin. Ji bo em karibin baştir fêm bikin, divê lêkolîn û xwendinên xwe zêde bikin. Dema ku em vê yekê bi îstîqrar bikin, emê ferq bikin ku di rêbazên me de dewlemendî pêşketine, mêzekirin û asoya me berfirehtir bûye.
Me giringî, erk û berpirsiyariya ciwan û jinên ciwan ya xwe avakirin û pêşxistinê anîbû ziman. Ev hem erkê her ciwaneki ye hem jî erkê komînê ye ku xwe perwerde bike û ji bo civaka xwe xizmetê bike. Her ciwanekê xwe weke APOYİ pênase dike, divê felsefeya Apoyî nas bike, kûr bibe û jiyanî bike. Divê em weke ciwan û jinên ciwan, xwe di felsefeya Apoyî da zane bikin û erkên pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk pêkanîn bi vê şeklî gengaz e.

Berjîn Amargî