Komalen Jinen Ciwan

Ji PAJK’ê Daxuyanî Ji bo Rêber Apo

PAJK’ê daxuyand ku pêdiviyên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji aliyê dewleta Tirk ve nayên bicihanîn û diyar kir “Bêyî Rêbertî azadî jî, jiyan jî, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî nabe.” Koordînasyona Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê (PAJK) têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye: “Salek di ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk re ku Rêber Apo ku di 27’ê Sibata 2025’an de kir, derbas bû. Li gori banga ku Rêbertiya me hêcetên guhertin û veguhertinê danîn, di dîroka 5-7’ê Gulana 2025’an de Kongreya PKK’ê ya 12’mîn pêk hat. Bi vê kongreyê biryara fesha PKK’ê, bidawîkirina têkoşîna çekdarî û bi stratejiya siyaseta demokratîk domandina têkoşînê hat dayîn. Wek tevgera jinan me berpirsiyarî û pêşengtiya vê têkoşînê girt ser xwe. Di 9’ê Tirmeha 2025’an de piştî komplo û tecrîda 27 salan, cara yekê me peyama Rêber Apo ya zindî girt, ev ji hêla jin û gelê me ve bû wesîleya moral, kelecan û têkoşîna azadiyê. Peyamê gavên ku pêwîst e di pêvajoya muzakereyê de bên avêtin dihewand. Li gor banga Rêbertî, ji bo pêşiya pêvajoyê vebe di 11’ê Tirmehê de bi pêşengiya hevserokatiya KCK’ê heval Besê Hozat 30 hevalan çalakiya dîrokî a çekşewitandinê pêk anî. Di 26’ê Cotmeha 2025’an de jî 25 hevalan li Qendîlê bi civîneke çapemeniyê, di bingeha pêkanîna banga Rêbertî de daxuyand ku ev gava dîrokî avêtin. Rêber Apo di salvegera yekem a Banga Aştî û Civaka Demokratîk de daxuyand ku derbasî merheleya duyem bûne. Merheleya duyem mafê hêviyê jî di nav de, pêvajoya gavavêtinên şênber wek sererastkirinên zagonî û hiqûqî digirt nava xwe. Lê ruxmî ku 3 meh di ser re derbas bûn, pêdiviyên vê pêvajoyê nehatin bicihanîn. Merheleya duyem a Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk, merheleya ku divê azadiya fîzîkî a Rêbertiya me bê pêkanîn e. Banga Devlet Bahçelî ew bû ku Rêbertiya me were Meclisê û li wir bang bike. Lê rûxmî ku salek û nîv derbas bû jî, di statu û mercên Rêbertiya me de tu guhertin pêk nehatin. Pêdiviya herî bingehîn a vê merheleyê, Rêbertiya me divê bigihêje mercên jiyan, xebat û danûstandinên azad, wek sermûzakerewanê gelê Kurd û jinan bikeve meriyetê. Ji bo vê jî bi armanca bi tendirûst meşandina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, pêwîste cih û statuya Rêber Apo bê fermîkirin û zagonî bibe. Kurdên li çar parçe û derveyî welat, Rêber Apo wek Rêberê xwe û sermûzakerevanê vê pêvajoyê îlan kiriye, di hemû çalakiyên ev saleke tê meşandin de jî ev anîne ziman. Di pîrozbahiyên 8’ê Adar û Newrozê ku veguherîn referandumek netewî û heremî de daxwaza azadiya fîzîkî a Rêbertiya me, zelalkirina statuyê bû, dı serî de jin ji milê hemû gelê me ve ev daxwaz bi biryardarî hatiye ziman û gihîştiye her kesê. Lê piştî Newrozê bersiva ku ji bang û daxwaza gelê me re hat dayîn qutkirina hevdîtinên bi Rêbertiya me re bû. Di nav vê pêvajoyê de derveyî hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM partiyê a di 27’ê Adara 2026’an ti hevdîtin çênebûye. Ji Rêbertiya xwe agahî negirtin di jin û gelê me de fikarên mezin ava dike. Rûxmê ku 2 meh derbas bûn bi Rêbertiya me re hevdîtin çênabe, tecrîda li Rêbertiya me didome ev jî hem vê fikarê kûr dike hem jî atmosfera çareseriya aşitî û civaka demokratîk ku di rayagiştî de avabûyî asteng dike. Nêzîkbûna dewletê ji pirsgirêka Kurd û Rêbertiya me re ku pîvanê demokratîkbûna herî bingehîn a Tirkiyêye, polîtîk û rojaneyî ye, ev jî hesasiyet û dîrokîbûna mijarê nateyisîne. Ev nêzîkbûn dide nîşan ku polîtîka û îradeya çareseriya pirsgirêkê hîn jî derneketiye holê, poîltîkayeke mijûlkirin û xwe dispêre tesfiyeyê di meriyetê de ye. Dewlet û hikumet berpirsiyariyên dikeve ser milê xwe pêk nayne, dereng be jî gav naavêje, li ser tevgera me a azadiyê zext ava dike û sedemên pêşdeneçûna pêvajoyê dixe stuyê tevgera me. Ev helwest ruhê pêvajoyê nateyisîne, hem di hundir hem jî di raya giştî a derve de nayê qebûlkirin. Em heya dawî girêdayî hişmendî û perspektîfa têkoşînê ya Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk û perspektîfên Rêbertiya xwe ne. Di vê bingehê de me biryarên dîrokî girtin. Meşandin û pêkanîna van biryaran wê ji milê Rêbertiya me ve bê pêşxistin. Biryardariya me a çareserkirina pirsgirêka sedsalî wê di bingeha sermûzakerevaniya Rêbertî ve pratîk bibe. Rêyek din a vê nîne. Rêbertiya me hêceta herî bingehîn a hebûn û têkoşîna me ye. Di bin navê pêvajoyê de domandina tecrîdê û rûxmê hemû hewildanên çareseriyê hevdîtinên bi Rêbertî re xistina mijara bazarê, em bi ti awayî qebûl nakin. Hewildana çareseriya Rêbertiya me gavên hebûn û azadiya gelê Kurd e, di heman demê de derfeta hezar salî a Komara Tirkiyeyê ye jî. Lê di bingeha nêzîkbûnên teng ê polîtîk de dest girtina pêvajoyê wê bide windakirin. Pêvajoyek ku Rêber Apo ne azad be, statuya wî fermî nebe, yekser nebe hêza îcrayê, ne pêkan e ku bimeşe. Pêkhatina aşitiya dîrokî a gelan û demokratîkbûn bi gavên yekalî pêk nayê. Mirov bêje qey wê pêvajo yekalî bimeşe, têgihînên bi vî awayî biafrîne nade qezençkirin, wê fikaran kûrtir bike. Bendewariya gavavêtina yekalî tê çi wateyê, di serî de jin, hemû gelê me pir baş dizane û van ferzkirinan tu caran qebûl nake. Ji bo ku Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk a bi tendirûst bimeşe, derfetên dîrokî bê nirxandin teqez divê tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin. Bi Rêber Apo re derveyî hevdîtinên rûtîn ê bi malbat, parêzer, heyetê re, pêwîste di serî de çapemenî, beşên civakî-siyasî û derdorên cuda hevdîtin bikin. Jin û dayîkên aşitiyê û dîsa kedkarên çapemeniyê, hemû beşên cuda pêwîste bi Rêbertiya me re bikaribin hevdîtin bikin. Her kes û saziya ku daxwaza hevdîtina bi Rêbertiya me re kirine, pêwîste di bingeha însiyatîfa Rêbertiya me de bê pêkanîn. Ji bo ev hemû pêk bên di serî de divê statuya Rêbertiya me bê fermî kirin. Pêwîst e pêvajoya zagonî û hiquqî bikeve meriyetê. Ji bo vê yek roj jî winda kirin, ji bo gelan xeteriyên windakirina mezin dihewîne. Di nêvenga şerê Cîhanê ê Sêyemîn ku Rojhilata Navîn heta cîhan veguherî