Hevpeyvîn Gerîlayeke Ezîdî Berîtan Dijwar re:

1- Dema ku we biryara tevlîbûna gerîla da, tiştê herî zêde we bandor kir çi bû? Her mirovek, xwedî çîrokek e û jiyana me hemûyan de werçerxên mezin hene ku em biryarên girîng derbarê jiyana xwe de didin. Taybet di pêvajoya ciwantiya xwe de mirov dema ku li ser pêşeroja xwe difikire, meyil û lêgerînên pir kûr çêdibe û wiha biryar û derketinên mezin digre. Ez jî tam di wan temenan de ketibûm nav lêgerîna jiyanekî biwate. Taybet ji ber nasnameya xwe ya Ezdayetiyê nakokiyên wekî hebûn, min kûr de hîs dikir. Qetlîamên ku di serê civaka Ezîdî de pêkhatibû, di min de hêrsekî mezin ava dikir. Di heman demê de wekî jin, feodalîzm û zayendperestiya civakê de di min de hêrs ava dikir. Min dema qetlîam û bindestiya jinan didît nikarîbûm çavê xwe jê re bigrim. Ji ber ez bi xwe jî parçeyekî ji vê bindestiyê bûm. Dema ku lêpirsîn û nakokiyên min yê wiha despê kir, min xwest ez tiştekî bikim. Ji ber tenê di malê de rûniştin wîcdanê min nerehet dikir. Bi tesadûfî ez rast li endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê hatim. Naskirina min ya şoreşê û Rêbertî wê demê pêş ket. Min hêdî hêdî nakokiyê xwe yên jinbûnê û Ezdayetiyê re bersiv didît. Min nêzî 4 meh xebatê YJCŞ meşand. Min li cem wan xwe pir biqîmet hîs dikir. Ev hêstekî pir xweş bû. Tê bîra min; berî ku heval werin malê, min pir kelecan digirt û şaşopaşo dibûm. Ez diketim nav û min hemû mal paqij dikir. Min li ser dayîka xwe zext dikir ku xwarinên herî xweş amade bike. Dema dihatin min tenê wan temaşe dikir. Kenê wan, hezkirina û hûrmeta wan ya bi hevdû re, hevaltiya wan pir min bandor dikir. Min hîs dikir dema ez li cem wan bim, her bi ewleh û aram im. Te digot qey çiyayek li pişt min e. Piştî demekî min dîsa bi tesadûfî fîlmekî gerîla temaşe kir. Dîmenê gerîlayên jin pir min bandor kir. Ez li xwe vegeriyam û min pirs kir: gelo ev heval çawa dikarin xwe ji her tiştî qut bikin û li ser lingên xwe bisekinin. Nakokîyên min yê pergalê û malbatê zêdê bûn. Ji ber pergala ku em di nav de mezin dibin her bi çavekî biçûk li jinê mêze dikir û jin nikaribû xwe bi xwe rêve bibe. Lê dema min hîn gerîlayên ku ji bo rizgarkirina Şingalî hatibûn naskir, hevalên jin didît, qalibên di serê min de şikest. Azadî di çavên wan de dibiriqî û min dikişand. Çiyayên azad bang li min dikir û min dixwast bibim parçeyekî ji wê hevrêtiyê. Min biryara xwe ya tevlîbûnê girt û berê xwe da çiyayên azad. 2- Despêkê dema we biryar da û hûn hatin çiyayên azad hêstên we yên despêkê çawa bûn? Heta ku ez negihiştim armanca xwe min dev jê berneda. Dema min gava xwe ya yekemîn avêt nav refên gerîla min, jiyanekî cûda, cihekî pir cûda û cîhanekî pir bireng dît û ew kêliyên despêkê ji bîra min naçin. Ji ber êdî bi hezaran rêhevalên min hebûn. Min xwe bi nirx hîs dikir. Tiştê ku min despêkê fêm kir ew bû ku, di nav gerîla de cihê herkesî heye û di hemû mijaran de îradeya herkesî heye û tu dikarî ji hemû lêgerîn û meraqa xwe re bersiv bibînî. Îradeya ku heval didan min, pir cuda bû. Fîşeka yekemîn ku min avêt hîn jî di bîra min de ye. Dema hîn ez nû hatibûm, Şehîd Çiya Hozan ji min pirs kir û got “tirsa te ya herî mezin çi ye?” Min got sîlah e. Şehît Çiya ji bo ku ez tirsa xwe derbas bikim ew roj rabû û min bir sîleh avêtinê. Hemû ziraviyên sîlehê fêrî min kir û dema kar anînê hat. Heval Çiya hêz da min û min bi vî awayî fîşeka xwe ya yekemîn teqand. Ji bo ku ez moral bigrim çepik lêdixist. Piştre min fêrî avjeniyê kir. Min xwe wekî zarokekî nû ji dayîk bûye û fêrî meşê dibe hîs dikir. Ez dimeşiyam, carna diketim lê min dizanîbû kû wê rêhevalên min destê min bigrin û rakin. 3- We hem qala jiyana xwe ya pergalê hem jî qala jiyana biwate ya gerîla kir. Wekî gerîlayeke jin, bangazwaziya we ji bo jinên ciwan çi ye? Pergala desthilatdar ya heyî polîtîkayên herî kûr li ser me jinan dimeşîne. Bi taybet ji ber ku jinên ciwan hêza dînamîk ya civakê ne, xwezayî dibin hedefa esasî. Nifşa ku meyla wê ya azadiyê herî xurt e, ev nifşa dawî ku piştî 2000’î jidayîk bûye. Lêgerîna cûda û azad jiyankirinê di jinên ciwan de heye. Lê tam di vê xalê de îdeolojiya lîberalîzmê me dixe nav xapandinekî. Tiştê ku pêşkeş dike û wekî zîhniyetekî belav dike, di esasê xwe ji helandinê bêhtir tiştek din nîne. Her behsa ‘azadiyê’ tê kirin. Lê azadî di sînora madîyatê de hatiye fetisandin. Em hemû jî dizanin ku azadî ne tenê tiştekî şember û madî ye. Mirov çi bixwaze li xwe bike azad nabe. An jî kêngî bixwaze derbikeve derve, ji malbatê qût bibe jî azad nabe. Di pişt perdeya propagandaya azadiyê de kapîtalîzm dixwaze manewîyatê, exlaqê û nirxên jin birizîne. Jinê, bi çanda xerçkirinê re ji nasnameya xwe dûr bixe. Pir jinên ciwan difikirin ku niha êdî koletiya jin kêmtir bûye, jin li gorî berî zêdetir azad e. Lê em rastiyê binêrin; berê koletî û bindestî li ser me bi zorê dihate ferz kirin. Ji ber vê kes, di ferqa bindestiya xwe de bû. Niha bi awayekî pir zirav û nerm ev koletî ser me tê ferz kirin. Ji me re mafê hilbijartinê didin, lê vebijêrk hemû ji aliyên wan ve tên diyar kirin. Pir tiştê ku jinên ciwan difikirin bi îradeya xwe dikin, di esasê xwe de ne bi îradeya wan e. Bi bandoriya çanda popûler ve biryar didin û dîsa dikevin xizmeta pergala zilamsalar. Di pergalekî wiha ku herkes dişibe hevdû de jiyan kirin ji min re pir zehmet hat. Ez bawerim ji bo jinên ciwanên ku li azadiyê digerin, naxwazin jirêzê
Kadın ve Toplum Kırımına Karşı Öz Savunma Zamanı!