MODERNÎTE

MODERNÎTE Li Ewropa navê serdema nû Modernı̂te ye. Em modernı̂teyê li ser 3 Siwariyên mehşerê pênase dikin. Ev jı̂; Kapı̂talı̂zm, Netew-Dewlet û Endusturyalı̂zm in. Modernı̂te rastiya vê serdemê pênase dike. Pêwı̂ste Modernı̂te û Kapı̂talizm wekı̂ heman tiştı̂ neyên dı̂tin, neyên tevlihevkirin. Modernı̂te ji Kapı̂talizmê, Netew-dewlet û Endusturyalı̂zmê pêk tê. Vê 25 avaniyê ji sedsala 16. dest pê kiriye û bi gewde bûye. Sosyalı̂zma reel jı̂ (Sosyalı̂zma Pêkhatı̂) berhemê vê modernı̂teyê ye. Pêwı̂st bû Sosyalı̂zm wekı̂ alternatı̂fê -bedı̂lê- van hersê lingên modernı̂teyê derketiba holê. Lêbelê tene li dijı̂ kapı̂talı̂zmê analı̂za-hewla pênası̂na-sosyalı̂st û têkoşı̂n kete rojevê. Ew jı̂ nehat pêşvebirin. Jixwe bi vı̂ halı̂ nedihat pêşdebirin jı̂. Ji ber tenê bi danezanekê, ango bi manifestoya komûnı̂st sı̂nordar ma. Endusturyalı̂zm wekı̂ xwe, bi halê heyı̂ hate pesendkirin û ew derxistin ası̂manan. Ev nebesiyeke trajı̂k û şaşiyeke mezin e. Dı̂sa Marx li ser Netew-Dewletê ti analı̂zeke-pênası̂neke- berketı̂ pêş nexist. Di vı̂ alı̂ de jı̂ valahiyeke mezin di warê ı̂deolojı̂k de hatiye hiştin. Ji bo em heqê wı̂ radest bikin em bejin; piştı̂ heyamekê Marx ev pênası̂na xwe ya nebes dı̂t, kete ferqa wê. Di qonaxa nivı̂sandina pirtûka Kapı̂tal’ê de pirtûka 3. wê li ser dewletê ba. Lê temenê wı̂ têrê nekir. Heger ev pirtûk nvı̂sı̂ ba jı̂ zehmet bû ku rast bi nivı̂sanda. Lewra perspektı̂fa dahûrandinê ya Marx a li ser Netew-Dewletê kêm bû . Rexne û dahûrandina Marx a li ser Endusturyalı̂zmê jı̂ hema bêje tinebû . Tene wı̂ li ser dijberiya Kapı̂talı̂zmê analı̂zeke Sosyalı̂zmê pêş xist. Gelek kêması̂ di navê de hene, nehatiye pêşdebirin. Ev teoriya Sosyalı̂zmê di analı̂zkirina Modernı̂teyê de nikare bibe jê derek tê r û tijı̂. Ev kapası̂teya wê nı̂ne. Heta parçeyek ji Modernı̂teyê ye, di nava sı̂norên wê de dimı̂ne. Pirsgirêka sereke ya serdema me ev e; Modernı̂te bi hersê hespên xwe yên mehşerê mirovahiyê ber bi qiyametê-mehşerê- ve dibe. Mijokdariya kapı̂talizmê di roja iro de gehiştiye asta hovı̂tı̂ û dirindayetiyê. Xwe wekı̂ û r e kı̂ penceşêrê li Gerestêrka-cı̂hana- me rapêçay e. Netew-Dewlet jı̂ hêza wê ya çalak û lêdanê ye. Di pergala Netew-Dewletê de leşkerê netewê dibe netew bi xwe. Di bingehê vê pergalê-sı̂stemê- de şiddet û şer heye. Netew Dewlet pergala civaka şerker û şerxwaz e. U di van şeran de her carê bi milyonan mirov têne kuştin. Endusturyalı̂zm jı̂ di serı̂ de hawirdor, hemû jêder û çavkaniyên sererd û binerd ên jiyanê di hêre, di xwe û wisa di meşe. Mirovahı̂ ı̂ro gehiştiye wı̂ astı̂ ku ji aliye cinawirê bi destê xwe airandiye ve bê daqurtandin. Endusturyalı̂zm demeke dirêj ji lêpirsı̂nê dûr ma, ango dûr hate girtin. Di vê mijarê de tişta destpêkê bê gotin; endustruyalı̂zm wekı̂ tê dı̂tin ne ewçend bêgûneh e. Lewra endusturyalı̂zmê tevna civakê û peywendiyên mirov û xwezayê veguherandin. Dı̂tina Endusturyalı̂zmê wekı̂ diyardeyek/kiryarek aboriya aştiyane, nêzı̂katiyeke xelet e. Endusturyalı̂zm ji destpêkê ve li gel teknolojiyên şer di nav hevde ye. Ya ku Netew-Dewletê gengaz-mumkun- dike jı̂ ev e. Bi awayekı̂ din em bêjin; têkelbûna Endusturı̂, teknolojı̂ û şer û yêkbûna wan yek ji xisletên sereke yê Endusturyalı̂zmê ye. Lewra ne tesaduf e ku Netew Dewletên pêşketı̂ xwediyê teknolojiyên herı̂ pêşketı̂ ên şer in. 26 Bi kurtası̂ ger mirov pêşveçûna endusturyal wekı̂ xalekı̂ notr bêbandor- bibı̂ne û di tekoşı̂na li dijı̂ modernı̂teyê de bandora wê rast negre dest şansê serkeftina wê têkoşı̂nê nı̂ne û çênabe jı̂. Heger Modernı̂te neyê rawestandin û wisa berdewam bike 50 sal temenê gerestêrka -cı̂hana- me maye. Ez ne behsa tiştekı̂ dı̂stopı̂k-pêşbı̂niyeke metirsı̂dar a xeyalı̂- dikim, ez behsa dûmahiyeke, ango dahatûyeke mehşerı̂ ya rast dikim. Marx hest bi vê talûke û xeteriyê kir û ya li dijı̂ wê danı̂. Lê nekarı̂ pêşve bibe. Marx dê 6 pirtûk nivı̂sandiban. Lê tenê bergek ê pirtûka destpêkê nivı̂sand. Ew jı̂ bi kêması̂ nivı̂sand. Bi analı̂zeke xwe dispêre çı̂nan -tebeqeyan-û bi pênası̂na jêrxan-binxan a civakê sı̂nordar ma. Dema di xwest rastiya serûbin bûyı̂ berovajı̂ bike û deyne ser piyên wê, li paş Hegel jı̂ ma. Engels hinekê hewl da wı̂ (Marx) temam bike. Dest avêt mijarên wekı̂ “bingehê dewletê, malbatê û milkê taybet, diyalektika xwezayê, û rola zorê ya di dı̂rokê de”. Lê temenê wı̂ têra vê nekir. Lenı̂n di warê dewlet û polı̂tikayê de hewl da analı̂zê temam bike lê wı̂ jı̂ bi ser nexist. Mao xwest vê teoriye veguhêze -bi rikibı̂ne- têkoşı̂na bindestan, lê ew jı̂ bisı̂nor ma. Mao dikarı̂ analı̂zeke hevgirtı̂ li ser pergalê û çareseriya alternatı̂fa wê pêş bixe, lê ew jı̂ kêm ma. Ji bo em Modernı̂teyê û Sosyalı̂zma pêkhatı̂ ya di xizmeta wê de derbas bikin me hewl da em analı̂zeke nû û teoriya Sosyalı̂st a alternatı̂f pêş bixin. Me navê “Modernı̂teya Demokratı̂k” li vê kir. Li beramberı̂ hersê lingên Modernı̂teya Kapı̂talı̂st, ango li hemberı̂ Netew-Dewlet, Kapı̂talı̂zm û Endusturyalı̂zmê me Netewa Demokratı̂k, Komı̂n/Komı̂nalı̂te û analı̂za Aboriya Ekolojı̂k (Eko-Ekonomı̂) pêş xist. Sı̂stema me ya civaka azadı̂xwaz a me li ser analı̂za van hersê qadan pêş xist me wêkı̂ “Modernı̂teya Demokratı̂k” pênase kir. Me nivı̂sand û me dı̂t ku di nava civakê de jı̂ di asteke girı̂ng de beramberiya wê heye. Bêgûman van hersê mijaran jı̂ jêrnavên xwe hene. Wekı̂ nimûne; yek ji beşên girı̂ng ê Komı̂nalı̂teyê azadiya jinê ye. Li gel vê mirov dikare polı̂tı̂ka, etı̂k ango ehlaq û hwd. jı̂ rêz bike. Emê van mijaran hemûyan bi awayekı̂ berireh bigrin dest. Lê pênasekirina vê sı̂stemê/pergalê bi tevahı̂ wekı̂ “Modernı̂teya Demokratı̂k” têrker e. Di olên yek xwedayı̂ de peyva q iyametê/mehşerê ne tenê ji bo axretê dinyaya din- hatiye gotin, ev peyv her wiha ji bo vê dinyayê jı̂ derbasdar e. Ew mehşera pirtûkên pı̂roz behsê dikin eva han bi xwe ye. Modernı̂teya Kapı̂talı̂st mehşerê bi mirovahiyê dide jiyı̂n. Sosyalı̂zma ku pêwı̂st bû li ber wê rabûya, li şuna wê asteng bike ji wê re -ji Modernı̂teya Kapı̂talı̂st re- bû kerê bar û êmê cinawirê Modernı̂teyê. Sovyet û Çı̂n nimûneyên vê rastiyê yên aşkere ne. Çı̂nı̂, mirovên seyr û ecêb in. Hewl dan kapı̂talı̂zm û sosyalı̂zmê di nava hevde pêk bı̂nin. Dibe, mirov dikare bi hizire. Lêbelê Çı̂nê bi vê kiryarê sosyalizm xiste bin xizmeta kapı̂talı̂zmê. Di encamê de bû xizmetkarê kapı̂talı̂zmê û temenê wê
Ez e Keziye Xwe bikim Sedar