Komalen Jinen Ciwan

Hanım'ın halayı – Jin Dergi

Ji pênûsa Sara Stêrk

“Yê kurdistanî gerdûnî ye. Di tespîtên Rêber Apo de vê rastiyê dîrokî derdikeve holê. Di demên herî kevnar de çanda komînal a berxwedana xwedavendan li hemberî êrîşên kujerê kastîk ji Mezopotamya belavî dinyayê bû. Di sedsala 21. de şoreşa komînal a tevgera azadiya Kurdistanê bi pêşengtiya jin û ciwanan dibe bersîva lêgerîna azadiya mirovahiyê. Di çarçoveya projeya konfederalîzma jin û gelên cihanê de bi hezaran kesan, di serî de ciwan ji hemû parzemînên cihanê, bala xwe didin paradigma modernîteya demokratîk. Di vê pêvajoyê de jinên ciwan roleke dîrokî dileyzin. Beramberî hişmendiyên zayendperestî, olperestî, netewperestî, nijadperestî û zanistperestî yên ku jin, xweza û civak tune dikin, bi çalakiyên xwe jinên ciwan dibin dila herî dînamîk a înşakirina civaka exlaq û polîtîk. Ji bo vê rastiyê ji holê rake û îxtîdarê xwe misoger bike, di dinyayê de her roj zilamê hegemon ê baviksalar jin dikuje. Kuştina jin bi rengekî fîzîkî tenê pêk nayê, bi şîdet û şerê taybet a ku tê sîstematîzekirin enerjiya afiriner a jinê tê hepskirin. Ango ruh û bedena jinê di destê sîstema zilamî de tê kolekirin. Bingeha wê hêrî kêm ji 30 000 sal di pirsgirêka pevçûna jin û mêr de pêk tê. Rêber Apo ji me re dipirse; “Hûnê xwedî li bedena xwe derkevin. Bedena ku bi temamî ji hêla zilam ve tê kontrolkirin bedena we ye. Hûnê çawa bikin? Hemû sînorên te, jiyana te ji hêla zilam ve hatiye diyarkirin. Ger pere nede tu birçî bimînî.” Bi rastî em weke jin çawa bikin? Em çawa bijîn? Heta xeyalên me ji me hatin standin yan hatin dagirkirin, em çawa ruh, beden û xeyalên xwe ji sîstemê rizgar bikin û jiyaneke rast bijîn? Bersîva wê di pêşxistina têkoşîna cins û avakirina hevjiyaneke azad de tê peydakirin. Hêza fikir û çalakî ya jinên ciwan di qada zanistê de bi rêya Jineolojiyê tamam dibe û li ser vî esasî gavên înşakirina pergala komînal a bi rengê jinê tên avêtin. Ev dibe tolgirtina hemû Narîn û Rojînan. Têkoşînek bêhempa ye.

Kesayeta sosyalîst jin û jiyan diparêze, di kesayeta xwe de kujerê kastîk dikuje. Lê belê em di rastiya xwe de vî zilamî çawa bikujin? Pergala yekîtiya komînên jin û ciwanan a ku di çarçoveya parastina cehwerî de tê bi rêxistinkirin dibe bersîva wê. Hêzeke çalakî û guhartina civakê ye. Di vê aliyê de şoreşa jin li Kurdistanê bûye navenda şoreşa enternasyonal a komînalîzmê. Hezkirina cins û têkiliyên rêhevaltî yên ku di ezmûna PKK-PAJK’ê de hatin pêşxistin gerdûnî dibin û dibin bingeha evîn û lêgerîna heqîqetê ya mirovahiyê. Çawa gerdûn ji yekpariya cudahiyan pêk tê, têkoşîna hevpar a jinên cihanê dibe yekîtî û parastina pirengiya çand û gelan, ango dibe yekpariya mirovahiyê.

Di felsefeya gerdûnê de hîn felsefeya jin û jiyanê veşartî ye. Wate heye, xweza jî heye. Bingeha diyalektîk a civakbûnê ye. Civakbûn jî di têkiliyên sîmbiotîk û ekolojîk de pêk hat. Civakeke komînal derdora jinê pêk hat. Komînalîteya jinê di hêza afiriner û têkoşîna azadî ya gerdûnê de veşartî ye. Bila jin nebe “bilbileke ku di qefesekê de dixwîne”. Bila bibe gerdûna ku sînor nas nake û qefesa xwe hilweşîne. Bila jin bibe hebûneke azad a ku bi baskên xwe bifire. Bila jin ji hepsa malê derkeve û bi fikir û çalakiya xwe civak bi temamî bide firandin. Çima nabe? Belê dibe! Ev bi hesanî pêk nayê, lê belê bi ked, cesaret û fedekarî dibe. Jinên azad van jinan in ku derdora xwe kom dikin, ku xwe bi rêxistin dikin, ku ji hevdu hez dikin û ku parastina xwe dikin. Jinên têkoşer in. Şoreşger in. Jinên azad li Kurdistanê, li Rojhilata navîn û di tevahî dinyayê de bi hev re komînên xwe ava dikin, nakokiyên xwe parve dikin, empatiya xwe pêşdixînin û berxwedana xwe bilind dikin. Ew parçebûn qabûl nakin û têkoşîna xwe ya îdeolojîk berfireh dikin. Ew bala însan bi hebûn, zanebûn û sekîna xwe dikişînin û hemûyan qezenc dikin.

Di serdema Moderniteya kapîtalîst de ji barîkadên komîna Parîsê heta barîkadên xweseriya Amedê, ji makiyên partîzanan heta çiyayên gêrilayan, jin û di serî de jinên ciwan bedeleke mezin dane. Di dîrokê de hezaran şehidên Kurdistanê û mirovahiyê xwedî li miraza komîna xwedavenda “Ma” derketin û li dijî hêzên tarî yên dewletê bûne ronahiyekê. Eger ku hem di aliyê analîkirina sîstemê de, hem di aliyê rêxistinkirinê de bandora pozîtîvîzm û sosyalîzma pêkhatî derbas bikin, komînên şoreşger bikarîbin bi misogerî xwe saz bikin û xwe biparêzin. Bi vî awayî bikaribin xeyala van şehîdan pêk bînin û dîroka azadiyê bidin nivîsandin. Di vê pêvajoyê de bi hişmendiya sosyalîzma demokratîk dem dema misogerkirina komîn û parastina cewherî ye. Rêbaza wê jî di qada herêmî û navnetewî de avakirina yêkitiyên komûnên demokratîk e. Rêber Apo fîlozof û mîmartiya wê ye. Jin û ciwanan rêhevalên wî ne. Bi hev re komînên apocî ava bikin! Dem dema azadiya bilbilan e! Dem dema komînan e!”